Türkan Tosun
04 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 06 Rêbendan 2018
ANKARA
Di Lîga Basketbolê ya Amerîkî (NBA) de 12 pêşbirk hatin lîstin. Boston Celtîcsê 102-88 tîma Cleveland Cavalîers têk bir û serkeftina xwe derxista rêza 4an.
Di tîma Celtîcsê de Terry Rozîerê 20 hejmar, Jayson Tatum û Marcus Smart jî 15 hejmar bi dest xistin. Kyrîe Irvîng li hember tîma xwe ya berê 11 hejmar, 9 rîbaunt û 6 asîstan va leyîst.
LeBron James 19 hejmar, 7 rîbaunt, 6 asîst, Kyle Korver 15 hejmar, Jeff Green jî 13 hejmar bi dest xistin. Basketvanê Neteweyî Cedî Osman jî di deqîqeya 8emîn de 2 hejmar bi dest xistin.
Tîma Golden State Warrîorsê jî tîma Dallas Maverîcksê 125-122 têk bir.
Stephen Curry 32 hejmar, 8 asîst, 5 rîbauntê va tîma xwe bi ser xist.
Kevin Durant 25 hejmar, 12 rîbaunt, 6 asîst, 4 blok, Klay Thompson 25 hejmar, 5 rîbaunt û Draymond Green jî 18 hejmar, 11 rîbaunt, 6 asîst bi dest xistin.