Di fînala Lîga Ewropayê ya UEFAyê de Sevîlla û Dnîpro hatin hemberî hev. Di pêşbirkê de Sevîlla li hemberî Dnîproyê 3 û 2 bi ser ket û cara 4emîn kûpa hilda û bû şampiyonê Lîga Ewropayê ya UEFAyê.
Nûnerê Spanyayê Sevîlla cara ewil di 2006an de bi ser ketibû û paşê jî di 2007, 2014 û îsal kûpaya Lîga Ewropayê ya UEFAyê qezenc kir.
Sevîlla bi vê serkeftina xwe ve di organîzyonê de Inter, Juventus û Lîverpoola ku her yekî wan 3 caran kûpa qezenc kiribûn derbas kir.