PRAG
Di heyama borî ya Lîga Şampiyonan a UEFAyê de Bayer Munîh bû şampiyon û di Lîga UEFAyê de jî Chelsea bû şampiyon. Her du tîm ji bo Qupaya Super a UEFAyê hatin hemberî hev. Dema asayî ya pêşbirkê 1 û 1 bi beramberiyê qediya.
Di deqîqeya 8emîn de Torresê fitbolîstê Chelseayê gola ewil ya maçê avêt û her wiha Chelsea 1-0 bi pêş ket. Di deqîqeya 47emîn de jî fitbolîstê Bayer Munîhê Rîbery golek avêt û skor bû 1 û 1.
Dema asayî ya pêşbirkê bi beramberiyê qediya û di deqîqeyên dirêjkirinê de ji Chelseayê Hazard di deqîqeya 91emîn de gol avêt û skor bû 2 û 1. Ji Bayer Munîhê Martînez di deqîqeya 120+1î de gol avêt, skor dîsa bû wek hev û pêşbirk bi vê skorê bi dawî bû. Her wiha derbasî avêtina penaltiyan bûn.
Ji Bayer Munîhê Alaba, Kroos, Lahm, Rîbery û Shakîrî penaltî avêtin û kirin gol.
Ji Chelseayê jî Davîd, Lûîz, Oscar, Lampard û Cole penaltiyan avêtin û kirin gol lê Lûkakû ji penaltiyê kêr nedî.
Her wiha Bayer Munîhê, Chelsea 5 û 4 têk bir û bû xwediyê Qûpaya Super.