ÎSTANBUL
Fenerbahçeyê li qada xwe Sîvasspor ezimand û dijberê xwe 5 û 2 têk bir.
Gola ewil a pêşbirkê di deqîqeya 15emîn de Kuyt avêt û bi vê golê Fenerbahçe 1 û 0 bi pêş ket. Di deqîqeya 32emîn de jî Alves gol avêt û skor bû 2 û 0. Kuyt 3 deqîqe piştî vê golê, gola 3emîn avêt û Fenerbahçe skor kir 3 û 0.
Nîva ewil a pêşbirkê bi serdestiya Fenerbahçeyê bi dawî bû.
Di deqîqeya 49emîn a nîva duyemîn de Webo serî li gogê da û serdestiya Fenerbahçeyê kir 4 û 0.
Sîvassporê jî gola xwe ya ewil di deqîqeya 55emîn de bi lêdana Chahechouhe avêt û skor bû 4 û 1.
Cîcînhoyê fitbolîstê Sîvassporê di deqîqeya 83emîn de qet qada cezayê ya Fenerbahçeyê û li gogê xist û rewş bû 4 û 2
Gola pêşbirkê ya dawî jî di deqîqeya 89emîn de Alper Potûkê Fenerbahçeyî avêt û skor bû 5 û 2.
Piştî vê golê encam neguherî û Fenerbahçe li hemberî reqîbê xwe 5 û 2 bi ser ket û bû xwediyê 3 pûanan.