ANKARA
Di koma Gyê ya Kûpaya Dinyayê ya FIFAyê ya 2014an de piştî pêşbirkên dawiyê Belçîka û Cezayir bi ser ketin û derketin tûra dudan.
Belçîka di pêşbirka Koreya Başûr de bi 10 fûtbolîstî ve leyîst û dîsa jî dijberê xwe 1-0 têk bir û bi 9 pûanan ve bû tîma 1emîn.
Di tûrnuvayê de Cezayirê jî surprîzeke mezin kir. Cezayir bi Rûsyayê re 1-1 beramber ma û pûanê xwe derxist 4an. Cezayir bi vê skorê bû tîma 2yemîn û dîroka xwede cara ewil ket nav 16 tîman û derket tûra dudan.
Rûsya jî bi 2 pûanan ve bû tîma 3yemîn lê belê dernekete tûra ser. Koreya Bakur jî bi pûanekî ve xatirê xwe ji tûrnuvayê xwest.
Belçîkayê bi DYAyê re dê 1ê tîrmehê roja sêşemê derkeve pêşbirkê û DYA di koma Gyê de bibû tîma dudan. Cezayirê jî bi Almanyayê re dê 30yê hezîranê roja duşemê derkeve pêşbirkê.