Bi tevahî 32 welat beşdarî Kûpaya Dinyayê bûn û pêşbirka dawîn jî di 13 tîrmehê de li Rîo de Janeîroyê dê bê kirin.
Di şampiyonayê de 8 kom hene û di her komekê de jî 4 tîm cih digrin. Loma di têkoşîna ji bo kûpayê de bi tevahî 64 pêşbirk dê bên kirin.
Piştî ku pêşbirkên di koman de bi dawî bûn li gor rewşa pûanan tîmên ku di rêza ewil û di rêza duyemîn de cih digrin dê têkoşîna xwe yên ji bo kûpayê bidomînin.
Di tûra ewil a şampiyonayiyê de 48 pêşbirk dê bên kirin û tûr dê bi dawî bibe.
- Tûra 2yemîn di 28ê hezîranê de dest pê dike
16 tîmên ku ji komên xwe bi awayekî serkeftî derketin di tûra dûyemîn de bi pêşbirkekê li gor pergala serîdandinê dê bên hemberî hev.
Pêşbirkên tûra duyemîn jî di navbera 28, 29, 30yê hezîran û 1ê tîrmehê de di navbera tîmên ku di bûne yekemîn û duyemînê koma xwe çeprast wek A-B, C-D, E-F û G-Hyê dê bibin reqîbê hev.
Tîmên ku dijberên xwe têk bibin jî di 4 û 5ê tirmehê de dê derkevin pêşbirkên fînala çaryekê.
Pêşbirkên nîvefînalê jî di 8 û 9ê tîrmehê de dê bên kirin.
Pêşbirka fînalê jî di 13 tirmehê de li Rîo de Janeîroyê dê bê kirin.