ÎSTANBÛL
Di pêşbirka tûra seridandina Play-Offê ya Lîga Şampiyonan a UEFAyê de Beşîktaş û Arsenal hatin hemberî hev.
Di nîva ewil a pêşbirkê ji bo gol bê avêtin fitbolîstên her du tîman jî hewl dan lê encam neguherî û nîva ewil 0 û 0 bê gol qediya.
Di nîva duyemîn de hat hêvîkirin ku ji her du tîman yek dê teqez biserkeve. Her du hêl jî ji bo ku bigihîjin armanca xwe ya serkeftinê gelek xebitîn.
Lê ew hêvî nîvcû ma û di encama nîva duyem a pêşbirkê de jî tu gol nehat avêtin.
Pêşbirka tûra seridandina Play-Offê ya Lîga Şampiyonan a ÛEFAyê ya di navbera Beşîktaş û Arsenalê de 0 û 0 bi beramberî qediya.
Pêşbirk li Stada Ataturk Olîmpiyatê hat lîstin.
Hakemê pêşbirkê jî ji Federasyona Fûtbolê ya Sirbstanê Mîlorad Mazîc bû.
Mîlovan Rîstîc û Dalîbor Djûrdjevîc jî di birêvebirina pêşbirkê de alîkariya Mazîc kirin.