ANKARA
Di çarçoveya pêşbirka Super Qûpayê de Galatasaray û Fenerbahçe li Manîsayê hatin hemberî hev. Di nîva ewil a pêşbirkê de tu gol nehat avêtin.
Di nîva duyemîn de jî rewş neguherî û dema asayî ya pêşbirkê 0 û 0 qediya û deqîqeyên dirêjkirinê dest pê kir.
Di 30 deqîqeyên dirêjkirinê de jî ji her du tîman tu gol nehat û lêdanên penaltiyan dest pê kir.
Fenerbahçeyê di vê têkoşînê de Galatasayê bi penaltiyan ve 3 û 2 têk bir û bû xwediyê qûpayê.