Haydar Şahin
29 Tebax 2019•Rojanekirin: 29 Tebax 2019
Di Turnuvaya Tenîsa Vekirî ya Amerîkayê da Roger Federerê ji Swîsreyê û Elina Svitolinaya ji Ukraynayê derketin tura 3yan.
Di sezona li New Yorka bajarê Amerîkayê dewam dike da Federer di pêşbirka turnuvaya grand slîm a kariyera xwe ya 100î da derkete hemberî Damîr Dzumhurê werzişvanê ji Bosna Hersekê.
Pişbirkê 2 saet û 22 deqîqeyan dewam kir, set wekî 3-6, 6-2, 6-3 û 6-4 xilas bûn û Federer 3-1 ji reqîbê xwe bir û derkete tura 3yan.
Elina Svitolinaya werzişvana ji Ukraynayê jî derkete hemberî Venus Williamsa werzişvana ji Amerîkayê 2-0 jê bir û derkete tura 3yan.