Ceren Aydınonat
06 Tebax 2026•Rojanekirin: 06 Tebax 2026
Fenerbahçeyê di maça yekem a tûra 3yem a jêxistinê ya Lîga Şampiyonan a UEFAyê da tîma Sturm Graz a Awistiryayê ya ku li mala xwe ezimand, 2-0 têk bir û berî rovanşê avantaj bi dest xist.
Nîvê yekem ê pêşbirka ku Fenerbahçeyê tîma Sturm Graz a nûnerê Awistiryayê kir mêvan, bi 2-0 bi serdestiya tîma zer û şîn va bi dawî bû.
Transferê stêrk ê Fenerbahçeyê Mason Greenwood, yekem gola xwe bi formaya zer û şîn avêt.
Lîstikvanê 24 salî ku di herdu maçên li dijî Gornik Zabrzeyê da paşê ket lîstikê, vê carê di pêşbirka Sturm Grazê da yekem car di nava 11ên yekem da dest bi lîstikê kir. Greenwood di deqîqeya 45em a maçê da goleke pir xweşik avêt.
Greenwood bi performansa xwe va piştgiriya alîgiran wergirt û di deqîqeya 68em da cihê xwe da Fred Rodrigues.
- Talisca gola xwe avêt
Êrîşkarê Fenerbahçeyê yê Brezîlyayî Anderson Talisca golavêtin domand.
Taliscayê ku bi bandor dest bi sezonê kir, di deqîqeya 10em da gol avêt û kir ku tîma wî bikeve pêş.