ANKARA
Hefteya 23êmîn a Lîga Super a Spor Totoyê bi 3 pêşbirkan ve dewam kir.
Pêşîkêşê lîgê Fenerbahçeyê li qada xwe Gençlerbîrlîgiya tîma Enqereyê ezimand.
Di nîva ewil a pêşbirkê de ji her du tîman jî tu gol nehat. Di deqîqeya 57emîn a nîva duyemîn de Fenerbahçeyê penaltî qezenc kir û bi lêdana Emre Belozoglu ve 1 û 0 bi pêş ket. Di deqîqeya 71emîn de Fenerbahçeyê dîsa penaltî qezenc kir û Emre vê penaltiyê jî avêt û skor bû 2 û 0.
Ji bilî vê tu gol nehat û pêşbirk bi vê skorê bi dawî bû.