ANKARA
Lîga Super a Spor Totoyê hefteya 19emîn bi pêşbirka Beşîktaş-Kayserî Erciyessporê ve dest pê kir.
Pêşbirk li Stada Olîmpiyatê ya Ataturk a Stenbolê hat lîstin û Beşîktaşê 3-2 Kayserî Erciyesporê têk bir. Fernandes, Gokhan Tore ve Oguzhan Ozyakup golên Beşîktaşê avêtin. Bi vê têkbirinê ve pûanê Beşîktaşê gihîşt 33yan û di rêzê de jî bû 3yemîn.
Golên Kayserî Erciyessporê jî Mangane û Vlemînckx avêtin. Piştî pêşbirkê Kayserî Erciyesspor di rêzê de bû tîma herî dawîn.