Di deqîqeya 9emîn a pêşbirkê de ji Chelseayê Torres gola tîma xwe avêt û nûnerê Îngilistanê li hemberî Galatasarayê 1 û 0 bi pêş ket.
Nîva ewil a pêşbirkê bi serfiraziya Chelseayê bi dawî bû.
Di deqîqeya 64emîn a nîva duyemîn de ji Galatasarayê Chedjoû golekî avêt qeleya Chelseayê û skor bû 1 û 1.
Ji bilî vê tu gol nehatin avêtin.
Ji her du tîman yek dê derkeve fînala çaryek û ev yekê jî piştî encama pêşbirka rovanşa dê diyar bibe.