Di hefteya 12mîn a Lîga Super a Spor Totoyê de Galatasarayê Akhîsar Belediyespor li mala xwe 2 û 1 têk bir.
Galatasaray di deqîqeya 14an de bi gola Bûrak Yilmaz ve 1 û 0 bi ser ket. Di nîva ewil a pêşbirkê de ji bilî vê tu gol nehat.
Di nîva duyemîn a pêşbirkê de Bûrak Yilmaz dîsa gola tîma xwe avêt û Galatasaray di deqîqeya 75an de li hemberî mêvanê xwe 2 û 0 li pêş ket.
Akhîsar Belediyespora mêvan jî di deqîqeya 86an de bi gola Gekas ve skor kir 2 û 1 lê piştî vê tu gol nehat.
Galatasaray li hemberî dijberê xwe 2 û 1 bi ser ket û bû xwediyê 3 pûanan.