Hikmet Temeş
19 Berfanbar 2021•Rojanekirin: 20 Berfanbar 2021
Di hefteya ewil a sezona 2021-2022yan a Lîga Super a Fitbola Jinan a Turkcellê da Tîma Fitbola Jinan a Hakkarigucuyê, Kuluba Fitbola Jinan a Qeyseriyê ya ku li yarîgeha xwe ezimand, 4-0 têk bir.
Di maça li Yarîgeha Fitbolê ya Merzanê da Tîma Fitbola Jinan a Hakkarigucuyê li hemberî tîma hevrika xwe, lîstikeke serkeftîtir leyîst.
Di maçê da, ku welatiyan eleqeyeke zêde nîşan da, tîma malîvan, ekîba Qeyseriyê 4-0 têk bir û 3 puan bi dest xist.
Waliyê Hekariyê Îdirs Akbiyik maç temaşe kir, piştî fîqa dawiyê werzişvan pîroz kirin.
Alîkarên Walî Tevfik Kumbasar û Mustafa Emre Kiliç û her wiha Midûrê Ciwanî û Werzişê yê Parêzgehê Emin Yildirim jî maç temaşe kirin.