Tîma Reş û Spî di pêşbirka rovanşa nîve fînalê de Fîorentînayê 3 û 0 têk bir û bû fînalîstê ewil ê Qûpaya Îtalyayê.
Di pêşbirka ewil de Juventusê Fîorentîna 2 û 1 têk biribû û di rovanşê de lazim bû ku herî kêm du golan ji reqîbê xwe zêdetir biavêje lê di pêşbirkê de zorê nedît û bi rihetî dijberê xwe têk bir.
Pêşbirk li Stada Artemîo Franchî yê ya Fransayê hat lîstin û hakimê pêşbirkê jî Davîde Massa bû. Gola ewil a pêşbirkê di deqîqeya 21î de Alessandro Matrî, gola duyemîn di deqîqeya 44an de Roberto Pereyra avêt. Nîva ewil 2 û 0 bi serkftina Juventusê qediya.
Di deqîqeya 59emîn a nîva duyemîn de jî gola herî dawîn a pêşbirkê Leonardo Bonuccî avêt. Juventusê 3 û 0 pêşbirk qezenc kir û bû fînalîstê ewil ê Qûpaya Îtalyayê.
Reqîbê Juventusê yê ku derkeve fînalê îro eşkere dibe. Napolî û Lazîoyê wê îro bên hemberî hev û ji her du tîman kîjan biserkeve wê di fînala Qûpayê ya Îtalyayê de bibe reqîbê Juventusê.
Pêşbirka ewil a di navbera Lazîo û Napoliyê de jî 1 û 1 bi beramberî qediyabû.