Di hefteya 30yî ya Lîga Fitbolê ya Yekemîn a Spanyayê de (La Lîga) Atletîco Madrîd a ku Real Socîedadê li mala xwe 2 û 0 têk bir ji bo pêşengiya lîgê xebatên xwe bênavber didomîne.
Atletîco Madrîdê bi lez û bez dest bi pêşbirkê kir û di deqîqeya duyemîn de lêdana Arda Turan ji stûnê zivirî. Di pey wê pozîsyonê de Atletîco Madrîdê korner qezenc kir û piştî lêdanê jî Mîkel Gonzalez serî li gokê xist û bi xeletî avêt qeleya xwe.
Ji ber vê xeletiyê Atletîco Madrîd li hemberî Real Socîedadê 1 û 0 bi ser ket. Di deqîqeya 10î de jî ji Atletîco Madrîdê Antonîne Grîezmann gola duyemîn avêt.
Xwediyê malê Atletîco Madrîdê pêşbirk 2 û 0 qezenc kir û mêvanê xwe dest vala şand û bi vê serkeftinê jî hewl û xebatên xwe yên bo pêşengiya lîgê jî domand.