06 Nîsan 2016•Rojanekirin: 12 Nîsan 2016
ANKARA
Motorsîkletvanê Neteweyî Kenan Sofuoglu ji ber salvegera 96emîn a damezrandina Ajansa Anadoluyê (AA) Midûrê Giştî û Serokê Lijneya Rêvebiriyê Şenol Kazanci ziyaret kir.
Sofuoglu û Midûrê Giştî Kazanci li Midûriyeta Giştî ya AAyê hatin bal hev. Kazanci ji wî re got ku ew bi wî re serbilind in.
Kazanci di almanaka 2015an ya AAyê re wêneyê Sofuoglu nîşanî wî da û jê re wiha got: "Piştî pêşbaziyan heta ku tu vê alayê li pişta xwe bialînî û bigerî em ê piştgiriyê bidin te. Bi rastî em bi te serbilind in. Baş e ku tu heyî."
Kazanci ji Sofuoglu pirsî û got ku saziyên berpirsyar alîkariya wî dikin an na, heke alîkar nebin çi ji destê wan bê ew ê wek sazî alîkariya wî bikin.
Alîkarê Midûrê Giştî yê AAyê Metîn Mutanoglu jî got ku ew bi Kenan Sofuoglu re serbilind in û wiha axivî: "Em bi te şanaz in. Tu ji bo Tirkiyeyê şansekî mezin î. Tu serbilindiya me ya neteweyî yî."
- "AA her tim piştgiriyê dide min"
Motorsîkletvanê Neteweyî Kenan Sofuogluyê ku şampiyonê dinyayê jî salvegera 96emîn a damezrandina Ajansa Anadoluyê pîroz kir.
Sofuoglu spasiya rêvebiran kir û wiha axivî: "Bi salan e AA her tim piştgiriyê dide me. Niha 8 werzişvanê me yên ku li Ewropayê pêşbaziyê dikin hene. Li Ewropayê xebitandina 8 werzişvanan ne hêsan e. Me ji bo vê bingehek ava kir. Ez nizanim ez ê di sala 2018an de bikevim pêşbaziyê an na. Ev werziş heta sala 34 û 35an e. Hin kes di 40 saliya xwe de jî dewam dikin. Di sala 2016 û 2017an de bi Kawasakiyê re peymana min dewam dike."
Kenan Sofuoglu spasiya rêvebiran kir û kaskeke ku di pêşbaziyê de bi kar aniye îmze kir û wek diyarî da Şenol Kazanci.