Önder Beyter
03 Gulan 2017•Rojanekirin: 03 Gulan 2017
ÎSTANBUL
Di yekemîn pêşbirka nîvefînala Lîga Şampiyonan a UEFAyê ya ku du tîmên spanyol hatin pêşberî hev da Real Madridê, Atletico Madrîd 3-0 têk bir.
Real Madrida mazûvanê pêşbirka li Santiago Bernabeuyê ya li Madrida paytexta Spanyayê zû dest pê kir û herwiha di deqîqeya 10emîn da gol avêt. Casemiro ji hêla baskê rastê gog şand qada cezayê û Cristiano Ronaldo serê xwe li gogê da û şand qeleyê: 1-0.
Real Madridê 1-0 dawî li dewreya yekemîn anî.
Di dewreya duyemîn da bona beramberiyê Atletico Madridê her çiqas hemle kir jî lê bi kêr nehat û di dedîqeya 73yemîn da dîsa Ronaldo li gogê da û bû gol: 2-0.
Di deqîqeya 86emîn da jî Vazquez li ser xêza rastê gog şand qada cezayê û Ronaldo jî cara sêyemîn gog şand qeleyê: 3-0.
Di pêşbirkê da goleke din êdî nehat avêtin û bi vî awayî Real Madridê, Atletico Madrid 3-0 têk bir.
Cristiano Ronaldo di pêşbirkê da "hat-trick" kir û bi vî awayî di Lîga Şampiyonan a UEFAyê da gihîşt 103, di nîvefînalan da jî gihîşt 13 golan. Ronaldo bi vî awayî nasnavê lîstikvanê ku di nîvefînalên kupayên Ewropayê da herî zêde gol avêt ê ku di destê Alfredo Di Stefano (11 gol) da ye, jê stand.
Rovanşa pêşbirkê wê di 10ê gulanê da li Vicente Calderonê bê lîstin.