Tîma Neteweyî ya Gulaşa Grekoromen ji bo tevlî şampiyonaya dinyayê ya ku wê di 7-13ê îlonê da li bajarê Las Vegasê bê lidarxistin bibin çûn DYAyê.
Direktorê Tîma Neteweyî ya Gulaşa Grekoromen Salîh Bora beriya ku li teyareyê siyar bibin li Balafirgeha Ataturk daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku beriya Olîmpiyatê Rîoyê beşdarî turnuvayeke girîng dibin.
Bora destnîşan kir ku ji bo şampiyonayê rîng amade bûn, performansa werzişkaran zehf rind e û wiha got: "Dema ku em li werzişvanan mêze dikin, bawer dikim ku dê di hin sikletan da bi ser kevin û madalyaya bistînin."
Riza Kayaalpê ku di 130 kîloyî da şampiyonê dinya û Ewropayê ye diyar kir ku girîngiyeke mezin didin şampiyonaya dinyayê. Riza bi bîr xist ku kesên ku têkevin nav 6 kesên serketî ew ê beşdarî olîmpiyatan jî bibin û wiha pê da çû: "Hedefa me şampiyonî ye. Lewra ez 5 sal e di şampiyonaya dinyayê da madalyayê distînim. Di 3 şampiyonayên dinyayê yên dawiyê da min di fînalê da gulaş girt. Bi rastî jiyana min a sporê bi îstiqrar e."
Riza Kayaalp destnîşan kir ku ji bo şampiyonayê xwe zehf rind amade kirin, ew ê têkoşînê bidin ku wek tîm madalyaya bistîne û bi ser kevin.