İSTANBUL
Galatasaray di koma C a Lîga Ewropayê ya UEFAyê de di maça yekemîn de sibê bi tîma Atletîco Madrîd a Îspanyayê re tê hemberî hev. Pêşbirk li stadyûma Turk Telekom Arenayê di saet 21.45an de dê bê lîstin.
Galatasaray, digel Atletîco Madrîta Îspanyayê, Benfîcaya Portekîzê û Astanaya Kazakistanê di haman komê de ye. Di tîma zer û sor de seqetiya Aurelîen Chedjou û Hamît Altintop dewam dike, ji ber vê yekê jî dernakevin pêşbirkê. Dî koma C de pêşbirka din jî di navbera Benfîca û Astanayê de dê li Lîzbonê bê lîstin.