06 Nîsan 2017•Rojanekirin: 06 Nîsan 2017
ÎSTANBUL
Di Lîga Fitbolê ya Yekemîn a Spaniyayê ( La Lîga) di pêşbirka heftêya 30emîn da Real Madrîdê di deplasmanê da Leganes 4-2 têk bir.
Real Madrîd ev 4 pêşbirk in bi ser dikeve û bi Leganesa ku 4 pêşbirk in têk naçe ra leyîst.
Golên Real Madrîdê di deqîqeya 15emîn da James Rodrîguez, di deqîqeya 18 û 23yan da jî bi golên Alvaro Morata va 3-0 da pêşiyê. Leganesê jî di deqîqeyên 32yem da bi gola Gabrîel û di deqîqeya 34emîn da jî Luciano Neves va du gol avêt û nîvê ewil 3-2 bi pêşketina Realê Madrîdê va xilas bû.
Morata di deqîqeya 48emîn da goleke din jî avêt û Real Madrîdê Leganes 4-2 têk bir.
Bi vê serkeftinê va pûanê Real Madrîdê derket 71an. Leganes jî di 27 pûanan da ma.