Ferizat Kaya
06 Nîsan 2017•Rojanekirin: 06 Nîsan 2017
SAKARYA
Motorsîkletvanê Neteweyî Kenan Sofuoglu 97emîn salvegera avabûna Ajansa Anadoluyê pîroz kir û got: "Bi piştgiriya Ajansê min him sponsor dîtin him jî piştgirî. Ajansa Anadoluyê her tim piştgirî da min."
Sofuglu di daxuyaniya xwe de ragihand ku ji sala dest bi spora motorê kiriye heta niha AA her tim li bal wî bûye û wiha dewam kir: "Ajansa Anadoluyê bi xeberên spora me gelê Tirkiyeyê agahdar kir. Bi piştgiriya Ajansê min ji xwe re sponsor peyda kirin. Piştgiriya ku ji bo sporê pir girîng e ji Ajansa Anadoluyê ve ji min re hat. Ez sipasiyên xwe ji Ajansa Anadoluyê re dişînim û 97emîn salvegera avabûna Ajansa Anadoluyê pîroz dikim."