ANKARA
Di Lîga Super a Spor Totoyê de pêşbirkên hefteya duyemîn bi dawî bûn. Beşîktaş a ku du hefte li ser hev dijberên xwe têk bir bû lîderê lîgê.
Di hefteya duyemin de Beşîktaş û Kayserî Ercîyesspor hatin hemberî hev, Beşîktaşê dijberê xwe 4 û 2 têk bir û du hefte li ser hev qezenc kir û pûanên xwe derxist 6an.
Ji pêşbirkên girîng yên vê hefteyê yek jî ya Galatasaray û Bûrsasporê bû. Di vê pêşbirkê de gola ewil Bûrak Yilmazê fitbolîstê Galatasarayê avêt û skor bû 1 û 0 lê Bûrsasporê jî bi gola Enes Unal skor kir 1 û 1. Galatasaray li Bûrsayê dîsa bi ser neket û bi vê skorê vegeriya.
Fenerbahçe jî vê heftê bi Eskîşehîrsporê re hat hemberî hev û pêşbirk 1 û 0 qezenc kir. Gola Fenerbahçeyê lîstikvanê wî yê hollandayî Dîrk Kûyt avêt. Ji Eskîşehîrsporê Necatî penaltiya ku tîma wî qezenc kir nekir gol û pêşbirk bi têkbirina Fenerbahçeyê bi dawî bû.
Trabzonsporê jî li qada xwe Çaykûr Rîzesporê ezimand. Pêşbirka her du tîmên Behra Reş bi 2 û 1 têkbirina Trabzonsporê bi dawî bû û Trabzonsporê di lîgê de 3 pûanên xwe yê ewil wergirt.
Gençlerbîrlîgî jî li qada xwe Akhîsar Beledîyespor 3 û 0 têk bir. Golên tîma paytext jî Jîmmy Dûrmaz, Zec û Stancû avêtin.
Kasimpaşa jî Kayserîspora mêvanê xwe 3 û 1 têk bir û bû xwediyê 3 pûanan. Golên Kasimpaşayê Pereîra, Scarîone û Babel avêtin, gola Kayseriyê jî Coelho avêt.
Pêşbirka di navbera Gazîantepspor û Medîcal Park Antalyasporê jî bê gol bi dawî bû, Serdar Ozbayrakê fitbolîstê Gazîantepsporê di vê pêşbirkê de karta sor dît.
Sanîca Borû Elazigspor jî li qada xwe Karademîr Karabukspora ku hefta borî dijberê xwe têk biribû ezimand. Di pêşbirkê de her carê tîmekê golek avêt û lê di dawiyê de maç 2 û 2 bi beramberiyê qediya.
Sîvaspora ku ji bo rahêneriyê bi Roberto Carlos re li hev kiribû, vê hefta Torkû Konyasporê li qada xwe kir mêvan. Sîvasporê bi golên Bûrhan Eşer û Umît Kurt reqîbê xwe 2 û 0 têk bir û di lîgê de 3 pûanên xwe yê ewil wergirt.
Di hefteya duyemîn a lîgê de 25 gol hatin avêtin, tîmên ku reqîbên xwe li qada xwe ezimandin 5 pêşbirk qezenc kirin, ji pêşbirkan yek jî ji aliyê tîma mêvan ve hat qezenckirin û 3 pêşbirk jî bi beramberiyê bi dawî bûn.
Encamên Pêşbirkan
Gençlerbîrlîğî-Akhîsar Beledîyespor..........................(3 - 0)
Kasimpaşa-Kayserîspor..........................................(3 - 1)
Gazîantepspor-Medîcal Park Antalyaspor.................(0 - 0)
Fenerbahçe-Eskîşehîrspor.......................................(1 - 0)
Sanîca Borû Elazigspor-Kardemîr Karabukspor........(2 - 2)
Sîvasspor-Torkû Konyaspor....................................(2 - 0)
Bûrsaspor-Galatasaray..........................................(1 - 1)
Trabzonspor-Çaykûr Rîzespor................................(2 - 1)
Kayserî Ercîyesspor-Beşîktaş................................(2 - 4)
RASTEKA PÛAN
| |
| |
|
N* |
S* |
B* |
T* |
GA* |
GX* |
AV* |
P* |
| |
--------------------------------- |
--- |
--- |
--- |
--- |
--- |
--- |
--- |
--- |
| 1. |
BEŞÎKTAŞ A.Ş. |
2 |
2 |
0 |
0 |
6 |
2 |
4 |
6 |
| 2. |
KARDEMÎR D.Ç. KARABUKSPOR |
2 |
1 |
1 |
0 |
4 |
2 |
2 |
4 |
| 3. |
GALATASARAY A.Ş. |
2 |
1 |
1 |
0 |
3 |
2 |
1 |
4 |
| 4. |
GENÇLERBÎRLÎGÎ |
2 |
1 |
0 |
1 |
3 |
1 |
2 |
3 |
| 5. |
ESKÎŞEHÎRSPOR |
2 |
1 |
0 |
1 |
2 |
1 |
1 |
3 |
| 6. |
SÎVASSPOR |
2 |
1 |
0 |
1 |
2 |
1 |
1 |
3 |
| 7. |
FENERBAHÇE A.Ş. |
2 |
1 |
0 |
1 |
3 |
3 |
0 |
3 |
| 8. |
KASIMPAŞA A.Ş. |
2 |
1 |
0 |
1 |
3 |
3 |
0 |
3 |
| 9. |
ÇAYKUR RÎZESPOR A.Ş. |
2 |
1 |
0 |
1 |
2 |
2 |
0 |
3 |
| 10. |
AKHÎSAR BELEDÎYE GENÇLÎK VE SPOR |
2 |
1 |
0 |
1 |
3 |
4 |
-1 |
3 |
| 11. |
TORKÛ KONYASPOR |
2 |
1 |
0 |
1 |
3 |
4 |
-1 |
3 |
| 12. |
KAYSERÎSPOR |
2 |
1 |
0 |
1 |
2 |
3 |
-1 |
3 |
| 13. |
TRABZONSPOR A.Ş. |
2 |
1 |
0 |
1 |
2 |
3 |
-1 |
3 |
| 14. |
MEDÎCAL PARK ANTALYASPOR |
2 |
0 |
2 |
0 |
0 |
0 |
0 |
2 |
| 15. |
GAZÎANTEPSPOR |
2 |
0 |
1 |
1 |
1 |
2 |
-1 |
1 |
| 16. |
SANÎCA BORU ELAZIGSPOR |
2 |
0 |
1 |
1 |
3 |
5 |
-2 |
1 |
| 17. |
KAYSERÎ ERCÎYESSPOR |
2 |
0 |
1 |
1 |
2 |
4 |
-2 |
1 |
| 18. |
BÛRSASPOR |
2 |
0 |
1 |
1 |
1 |
3 |
-2 |
1
|
*Ravekirina daxûyaniyên kurt:
Nîvendî
Serkeftin
Beramberî
Têkçûn
Golên Hatine Avêtin
Golên Hatine Xwarin
Averaj
Pûan