Di 18mîn hefteya Lîga Super a Spor Totoyê de Fenerbahçeya ku pêşengê lîgê ye û Beşîktaşa ku di rêza duyemîn de cih digire 3 pûanên xwe hildan û Galatasaraya ku di rêza sêyemîn de ye jî bi Bûrsasporê re beramber na û bi pûanekî qaîl bû.
Fenerbahçe bi Kardemîr Karabuksporê re hat hemberî hev, pêşbirkê 2 û 1 qezenc kir, 3 pûan wergirt û bi 42 pûanan ve pêşengiya xwe domand. Golên Fenerbahçeyê di deqîqeya 7an de Selçûk Şahîn û di deqîqeya 58an de jî Emenîke avêt, gola Kardemîr Karabuksporê jî di deqîqeya 75an de Traore avêt.
Beşîktaş ji ber ku çêkirina stada wê ya nû hê jî didome Mersîn Îdman Yûrdûyê li Enqereyê di Stada Osmanliyê de ezimand û bi gola Olcay Şahan ve nîva ewil a pêşbirkê 1 û 0 qedand. Di nîva duyemîn de ji Mersîn Îdmanyûrdûyê Sînan Kaloglû di deqîqeya 61an de skor kir 1 û 1. Beşîktaş di deqîqeya 65an de bi gola Demba Ba ve 2 û 1 bi pêş ket û pêşbirk bi vê encamê bi dawî bû. Beşîktaşa ku 3 pûan jî ji vê maçê qezenc kir pûanê xwe derxist 41an.
Galatasaraya ku di rêza sêyemîn a lîgê de cih digire bi Bûrsasporê re hat hemberî hev. Di deqîqeya 19an de Ûmût Bûlût golek avêt û Galatasaray li hemberî dijberê xwe 1 û 0 bi serket di deqîqeya dawîn a nîva ewil de ji Bûrsasporê Volkan Şen golek avêt û nîva ewil 1 û 1 qediya.
Di deqîqeya 53yemîn a pêşbirkê de Fernandao golek avêt û Bûrsasporê 2 û 1 bi pêş xist. Di deqîqeya 81an de Galatasarayê penaltî qezenc kir û Emre Çolak li ser navê tîma xwe skor kir 2 û 2 û pêşbirk jî bi vê encamê bi dawî bû. Her du tîm jî bi pûanekê razî bûn.
Trabzonspora ku Sûat Altin Înşaat Kayserî Erciyesspor ezimand pêşbirk 2 û 1 qezenc kir û pûanê xwe derxist 29an.
Çaykûr Rîzespor jî vê hefteyê bû mêvanê Gençlerbîrlîgiyê û pêşbirkê 2 û 0 ji reqîbê xwe bir.
Ji pêşbirkên ku bi beramberî qediya yek jî di navbera Akhîsar Belediye Gençlîk û Balikesirsporê de bû û pêşbirk 2 û 2 qediya.
Torkû Konyaspor a ku Eskîşehîrsporê ezimand jî li hemberî mêvanê xwe 1 û 0 bi ser ket, Medîcana Sîvasspor a ku mêvanê Gazîantepsporê bû jî dijberê xwe 3 û 1 têk bir û 3 pûan qezenc kir.
Di 18mîn hefteya Lîga Super a Spor Totoyê de bi tevahî 25 gol hatin avêtin, 3 pêşbirk ji aliyê xwediyê malê ve hatin qezenckirin, tîmên mêvan jî 4 pêşbirk qezenc kirin û 2 pêşbirk jî bi beramberî qediyan.
-Encama pêşbirkan-
Akhîsar Belediye Gençlîk-Balikesîrspor: 2-2
Trabzonspor-Sûat Altin Înşaat Kayserî Erciyesspor: 2-1
Kasimpaşa-Îstanbûl Başakşehîr: 0-1
Gazîantepspor-Medîcana Sîvasspor: 1-3
Kardemîr Karabukspor-Fenerbahçe: 1-2
Torkû Konyaspor-Eskîşehîrspor: 1-0
Gençlerbîrlîgî-Çaykûr Rîzespor: 0-2
Beşîktaş-Mersîn Îdmanyûrdû: 2-1
Galatasaray-Bûrsaspor: 2-2
- Rewşa pûan
| |
TÎM |
HT* |
S* |
B* |
TÇ* |
GA* |
GX* |
AV* |
P* |
| 1. |
FENERBAHÇE |
18 |
13 |
3 |
2 |
30 |
14 |
16 |
42 |
| 2. |
BEŞÎKTAŞ |
18 |
13 |
2 |
3 |
29 |
16 |
13 |
41 |
| 3. |
GALATASARAY |
18 |
12 |
3 |
3 |
30 |
20 |
10 |
39 |
| 4. |
ÎSTANBÛL BAŞAKŞEHÎR |
18 |
8 |
7 |
3 |
23 |
10 |
13 |
31 |
| 5. |
BÛRSASPOR |
18 |
8 |
6 |
4 |
36 |
23 |
13 |
30 |
| 6. |
TRABZONSPOR |
18 |
7 |
8 |
3 |
34 |
30 |
4 |
29 |
| 7. |
GAZÎANTEPSPOR |
18 |
7 |
3 |
8 |
20 |
24 |
-4 |
24 |
| 8. |
MERSÎN ÎDMANYÛRDÛ |
18 |
6 |
5 |
7 |
25 |
24 |
1 |
23 |
| 9. |
KASIMPAŞA |
18 |
6 |
5 |
7 |
28 |
32 |
-4 |
23 |
| 10. |
GENÇLERBÎRLÎGÎ |
18 |
5 |
7 |
6 |
24 |
22 |
2 |
22 |
| 11. |
TORKÛ KONYASPOR |
18 |
5 |
5 |
8 |
17 |
26 |
-9 |
20 |
| 12. |
AKHÎSAR BELEDIYE GENÇLÎK Û SPOR |
18 |
4 |
7 |
7 |
21 |
30 |
-9 |
19 |
| 13. |
SAÎ KAYSERÎ ERCIYESSPOR |
18 |
3 |
8 |
7 |
23 |
27 |
-4 |
17 |
| 14. |
ESKÎŞEHÎRSPOR |
18 |
3 |
8 |
7 |
23 |
28 |
-5 |
17 |
| 15. |
ÇAYKÛR RÎZESPOR |
18 |
4 |
5 |
9 |
19 |
26 |
-7 |
17 |
| 16. |
MEDÎCANA SÎVASSPOR |
18 |
4 |
5 |
9 |
19 |
28 |
-9 |
17 |
| 17. |
KARDEMÎR KARABUKSPOR |
18 |
4 |
3 |
11 |
21 |
26 |
-5 |
15 |
| 18. |
BALIKESÎRSPOR |
18 |
3 |
4 |
11 |
20 |
36 |
-16 |
13 |
Bernameya hefteya 19mîn
6ê Sibatê: Îstanbûl Başakşehîr-Kardemîr Karabukspor
7ê Sibatê: Medîcana Sîvasspor-Akhîsar Belediye Gençlîk, Sûat Altin Înşaat Kayserî Erciyesspor-Gazîantepspor, Fenerbahçe-Trabzonspor
8ê Sibatê: Balikesîrspor-Torkû Konyaspor, Mersîn Îdmanyûrdû-Kasimpaşa, Bûrsaspor-Gençlerbîrlîgî, Çaykûr Rîzespor-Beşîktaş
9ê Sibatê: Eskîşehirspor-Galatasaray
*Ravekirina daxuyaniyên kurt:
Hatin Lîstin
Serkeftin
Beramberî
Têkçûn
Golên Hatine Avêtin
Golên Hatine Xwarin
Averaj
Pûan