Di Lîga Super a Spor Totoyê de Balikesîrspor û Fenerbahçe piştî 38 salan hatin hemberî hev. Balikesîrspora ku Fenerbahçeyê li mala xwe ezimand li hemberî mêvanê xwe têk çû.
Fenerbahçe li hemberî reqîbê xwe di deqîqeya 40î de bi gola Meîreles ve 1 û 0 bi ser ket.
Nîva ewil a pêşbirkê bi vê skorê qediya.
Di nîva duyemîn a pêşbirkê de jî ji her du tîman jî tu gol nehat û pêşbirk bi serkeftina Fenerbahçeyê bi dawî bû.
Fenerbahçeya ku mêvanê Balikesîrsporê bû bi yek golî 3 pûanên xwe hilda û vegeriya mala xwe.