Hilmi Sever
13 Cotmeh 2023•Rojanekirin: 13 Cotmeh 2023
Tirkiyeya ku di pêşbirka şeşemîn a Koma D ya Şampiyoniya Ewropayê ya 2024an a UEFAyê (EURO 2024) de li deplasmanê Xirvatistan 1-0 têk bir û bû lîdera koma xwe.
Di maça ku li Opus Arena hat lîstin de Bariş Alper Yilmaz gola ku serkeftin ji tîma heyv û stêrkê re anî, avêt.
Tirkiyeyê puanên xwe derxist 13an û Xirvatistan ku di 10 puanan de ma li dû xwe hişt û di komê de lîdertî girt. Halê hazir pêşbirkeke Xirvatistanê kêm e.
Ermenistan û Wales her yek bi 7 puanan di rêzên 3 û 4an yên komê de ne. Letonya bi 3 puanan di rêza dawîn de ye.
Tîma heyv û stêrkê wê 15ê cotmehê roja yekşemê li Konyayê bi Letonyayê ra pêşbirka xwe ya heftemîn a komê bike.
Tîma neteweyî di pêşbirka xwe ya ewil a di bin rêveberiya dîrektorê xwe teknîkê yê nû Vincenzo Montella de bi ser ket.