Di pêşbirka rowanşê ya çarîkfînalê ya Kupaya Tirkiyeyê ya Zîraatê de Bursasporê li deplasmanê Gençlerbîrligiyê 3-2 têk bir û derket nîvefînalê.
Di deqîqeya 14an de bi gola Petrovîç Gençlerbîrligî 1-0 pêş ket. Di deqîya 34an de jî Gençlerbîrligî bi gola El Kabîr 2-0 pêş ket û nîva ewil 2-0 qediya.
Di deqîqeya 59an de Bursaspor bi gola Volkan Şen ferqê daxit û skor bû 2-1. Di deqîqeya 73yan de dîsa bi gola Volkan Şen Bursaspor gihêşt beramberiyê.
Di deqîqeya 90+3an de Bursaspor bi gola Fernando 2-3 pêş ket û derket nîvefînalê.