ANKARA
Tîma Voleybolê ya Jinan a Neteweyî ya Ayê (Siltanên Fîleyê) di pêşbirka amadehiyê ya ku bi Belçîkayê ra leyist da 3-2 bi ser ket.
Siltanên Fîleyê amadehiyên xwe yên ji bo Şampiyoniya Jinan a CEV DELAyê ya 2015an ku bi hevkariya Belçîka û Hollandayê di navbera 26ê îlonê û 4ê cotmehê da tê kirin, dewam dikin. Siltanên Fîleyê li Belçîkayê di pêşbirka amadehiyê da bi ser ketin.
Tirkiye wê di 5 û 6ê îlonê da bi Tîma Belçîkayê ya Neteweyî ra 2 pêşbirkên din ên amadehiyê bilîze.