VARŞOVA
Trabzonspor îro di pêşbirka çaremîn a koma Jyê ya Lîga UEFA Ewropayê de, li deplasmanê dê bi tîma Legîa Varşovayê ya Polonyayê re bê hemberî hev. Rahênerê Trabzonsporê Mûstafa Akçay beriya maçê got ku bi stratejiya pûanekê derkevin hemberî reqîbê xwe, ev jî dê stratejiyeke rast be.
Akçay beriya antremana li Stada Varovayê bi fitbolîstê Brezîlyayî Alanzînho re civîna çapemeniyê li dar xist û pêşbirk nirxand.
Akçay diyar kir ku dê ev maç li gor peşbirka ku li qada xwe bi Varşovayê re leyîstin, dê zortir be. Akçay got : "Di pêşbirka ewil de qeleparêzê me gelek baş lîst. Lê em niha li deplasmanê ne û li vir alîgir li pişt Legîayê ne."
Akçay di civînê de diyar kir ku ji bilî Yûsûf Erdoganê ku seqetiya wî dewam dike, tu kêmasiya listikvanan tuneye.