ROMA
Trabzonspor û Lazîoya tîma Îtalyayê di Lîga Ewropayê ya UEFAyê de di koma Jyê de cih digrin. Her du tîm di pêşbirka dawîn a komê de hatin hemberî hev lê tu gol nehat avêtin û pêşbirk 0 - 0 bi beramberî qediya. Bi vê encamê Trabzonspor di koma xwe de bû lîder.