ANKARA
Barselonaya ji tîmên Lîga Fitbolê ya Yekemîn a Spanya(La Lîga)yê, ji bo ku piştgiriya werzîşî bide pêvajoya aştiyê ya Rojhilata Navîn, dawiya vê hefteyê dê antremanên xwe li Filistîn û Îsraîlê bike.
Di bernameya tîma Katalan de beriya sezon(heyam)a nû serdana Filistîn û Îsraîlê jî cih digire. Barcelonayê berê xwestibû ku bi tîmek ji fitbolîstên Filistînî û Îsraîlî pêk bên re pêşbirkek bike, lê ev daxwaza wan bi cih nehat.
Tîma Barselonayê dê bi hezkirên fitbolê yên Filistînî û Îsraîlî re bê bal hev û ji aliyê rayedaran ve jî dê bên qebûlkirin.