DERRY
Tîma Trabzonsporê bi golên Henrîque (2) û Abdulqadîr Derry Cîtyê têk bir û piştî 680 rojan di deplasmanên qupayên Ewropayê de bi ser ket.
Reqîbê Trabzonspor yê ku dê tûra pêşhilbijartina 3emîn de dê musabeqeyê bike jî diyar bû. Tîm dê bi tîma Dînamo Mînska Belarûsê re dê bileyze.
Trabzonspor herî dawî di maça Lîga Şampiyonan ya UEFAyê ya di 14ê îlona 2011an de Inter 1 û 0 têk biribû. Piştî vê maçê bi ser neketibû.
Rahênerê Trabzonsporê Mustafa Akçay di daxuyaniya xwe ya ji bo çapemeneyê de diyar kir ku maça ku bi Derry Cîty re lîstin maçeke du rû bû. Me di nîvê pêşî de ya reqîbê xwe kir, lê ya duyem de me qaliteya xwe, teknîka xwe derxiste holê û guherînê jî wê demê dest pê kir. Vê guherînê encamek baş da. Akçay got ji ber ku ev yek ji bo camîaya me ya ku demek dirêj e di tûra xwe de mabû, peyameke girîng e. Ji ber ku em ji tûrê derbas bûn ez kêfxweş im.
Henrîqueyê ku di maçê de 2 gol avêtin û asîstek kir, diyar kir ku nîvê pêşîn ya maçê bi têkoşerî derbas bû. Henrîque got ku reqîbê me gogên xwe dûr diavêtin û bi vî awayî dixwastin ku pozîsyonan biafirînin. Me nekarî em di nîvê pêşî de bibin hakimê lîstikê.
Henrîque got ku di nîvê paşîn de ji reqîbê xwe bêtir revîn. Henrîque ragihand ku di encamê de skor 3 û 0 derket holê. Ji bo ku min du gol avêtin û asîstek kir jî gelekî kêfxweş im.