Tûrnûvaya Boksê ya ku ji aliyê Miduriya Werzîş û Xizmetên Ciwaniya Bajêr ve hat lidarxistin, kuta bû.
Tûrnûva li Salona Werzîşê ya Walî Kutlu Aktaş hat lidarxistin. Midurê Werzîş û Xizmetên Ciwaniyê yê Bajêr Şafî Erîm, Nûnerê Bajêr yê Boksê Murat Demir, Midurê Şaxa Sporê Cemîl Budak, Derhênerê Boksê Îsmet Sari û werzîşvanên ku ji Qers û Îdirê hatin beşdarî tûrnûvayê bûn.
Erîm destnîşan kir ku bi saya tûrnûvayên werzîşê hem berê ciwanan didin werzîşê, hem jî eleqeya gel dikêşin ser werzîşê û wiha dewam kir: "Di serî de ez dixwazim ku spasiyên xwe pêşkeşî rahêner, rêvebir û werzîşvanên ku ji Qers û Îdirê hatin bikim. Ji ber ku tûrnûvayeke wiha li Agiriyê hat kirin em kêfxweş in. Armanca me ew e ku em werzîşê bi gelê xwe bidin hezkirin û gel teşwîqî werzîşê bikin. Welatiyên me ku bixwazin dikarin li vir di her branşê de werzîşê bikin. Keda kê di tûrnûvayê de heye ez spasiyên xwe pêşkeşî wan dikim.
Di dawiya tûrnûvayê de werzîşvanên ku bi ser ketin madalya standin.