ÎSTANBûL
Galatasaray û Jûventûs di Lîga Şampiyonan de, di Koma Byê de cih digrin û îşev tên hemberî hev.
Her du tîman jî amadehiyên xwe qedandin û niha li benda pêşbirkê ne.
Galatasaray di pêşbirka borî de li hemberî Real Madrîdê 4 û 1 têk çûbû û Jûventûsê jî Kopenhagê 3 û 1 têk biribû. Piştî van encaman Jûventûs bi 6 pûanan di rêza duyemîn de Galatasaray jî bi 4 pûanan di rêza sêyemîn de cih digre.
Tîma ku dixwaze ji komê derkeve divê teqez vê pêşbirkê qezenc bike.
Pêşbirk îşev di saet 21:45an de li stada Turk Telekom Arenayê ye.