SAKARYA
Serokê Giştî yê Komeleya Teknologên Xewê ya Giştî (TUTDER) Okay Erozgun got: "Di remezanê de xew û xwarina kesên ku rojiyê digrin wê ji ber paşîvê biguhere. Heta paşîvê ranezan nebaş e. Divê mirov bi teqez razê û heke mimkûn be zû razê."
Erozgun di daxuyaniya xwe ya ku da AAyê de diyar kir ku remezan di demsala havînê de ye. Ji ber vê xewa şevan wê kin bibe. Evê jî bandorê li ser mirovan bike û wiha got: "Divê mirov di fitarê de xwarinê zêde nexwe. Piştî fitarê jî çayê zêde venexwe û cixarê nekişîne da ku rehet rakeve. Werziş jî baş e."
Erozgun diyar kir ku kesên 30 salî mezintir divê di rojê de herî kêm 6 saetan, kal û pîr jî divê herî kêm 8 saetan razên.
Li gor daxuyaniya Erozgun divê mirov beriya razanê bi ava hênik ve serê xwe bişon û di odeyeke tarî de razên. Heke mimkûn be nîvro jî razên wê baştir be. Erozgun herî dawî got: "Kesên ku rojiyê digrin divê di remezanê de avê zêde vexwin. Heke van tiştan bikin wê remezanê rehet derbas bikin."