DIYARBEKIR - NURTEN ASLAN
Li Diyarbekirê komek xwendekarên zanîngehê, 3 mehan çûn ji zarokên nexweşê li Nexweşxaneya Zarokan ya Zanîngeha Dîcleyê radizan re çîrok xwendin û resim bi wan dan çêkirin. Ji ber vê eleqedariyê zarokên ku piraniya wan demên dirêj in di nav nivîna de ne şa bûn.
Xwendekarên Zanîngeha Dîclê ji bo zarokên bi hin nexweşiyên cihê cihê ketine û ji bo dermankirinê li Nexweşxaneya Zarokan tên tedawîkirin kêfxweş bikin û li cem wan bimînin di projeyeke rind de cih girtin. Ji bo vê bi destê xwendekarên mamosteyiya sinifê, mamostetiya beriya dibistanê pola 3yan û endamên hîndekariyê yên Zanîngeha Dîcle Fakulteya Perwerdehiyê ya Ziya Gokalpê bi Pirojeya Sepandina Xizmeta Civakê ji bo zarokên 3-12 salî yên ku li Nexweşxaneya Zarokan tên tedawîkirin xebata çêkirina wêneyan û xwendina çîroka li dar xistin.
Ji Fakulteya Perwedehiyê ya Ziya Gokalp endamên hîndekariyê Alk. Doç. Dr. Îlhamî Bulut, Alk. Doç. Dr. Cemal Akuzum, Mahmut Altunhan ve Abdurrahman Gumgum proje bi rêve bir û nêzîkî 60 xwendekarî beşdarî vê xebatê bûn.
Alk. Doç. Dr. Bulut, daxuyanî da muxabirê AAyê û weha axivî: Di çarçoveya vê xebatê de em bi 100 zarokên nexweşê ku li Nexweşxaneya Zarokan tedawî dibûn re eleqedar bûn, komek xwendekarên zanîngehê 3 mehan çûn zarokên nexweş ziyaret kirin û ji wan re çîrok xwendin û resim bi wan dan çêkirin.
Bulut, diyar kir ku zarokên nexweş û malbatên wan bi vê xizmetê pir kêfxweş bûn, bi taybetî zarokan ji resimçêkirin û xwendina çîrokan pir zewq hildaye.
Bulut destnîşan kir ku zarokên nexweş ji ber vê rewşa xwe ji perwerdeyê dûr dimînin û weha axivî: "Ji bo bêhna zarokan derkeve û ev ji wan re bibe piştgirî me ev xebata kir. Nexweşxane çiqasî rind be bila be, zarok mîna ku li mala xwe, li derve û mektebê rihet in, li vir wisa ne rihet in. Divê bi xebatên bi vî rengî mirov alîkariya zarokên nexweş bike. Kenekî zarokan tenê jî ji bo me pir muhim e."
Bulut bal kişand ku ji bo zarokên nexweş tu xebatên civakî nayên kirin, ji ber vê rêveberiya nexweşxanê jî pir kêfxweş bûye û xwendekarên beşdarî vê xizmetê bûne jî bi dilxweşî ev kara kirine.