Komek zanyarên Zanîngeha Calgaryê ya Kanadayê di tedawiya şehitiyan de rêbazeke nû dît.
Serokê ekîbê Dr. Mîchael Hill der heqê xebatê de daxuyanî dan û got ku rêbaza ku wan dît "di 20 salên dawiyê de pêşketineke herî mezin e". Hill daxuyand, xwîna ku li ser mêjû kezeb kezebî dibe bi vê stenda nû ya ku wan dît ve tê hildan û tê tedawîkirin. Hill got ku ev tedawî wek tedawiya endovaskulerê jî tê zanîn û di vê tedawiyê de pêşketin çêbû. Hill ragihand ku wan bi vê rêbazê ve rêjeya başbûna nexweşên şehitî derxist ji sedî 55an, bi rêbazên berê ve ev rêje ji sedî 30î derbas nedibû.
Zanyar di ranê stûr re ketin nava tamar û stenta ku navê wê danîn "solîtaîre" bi laş ve kirin, ev stent heta tamarê xitimî yê mêjû çû û stentê xwîna ku kezeb kezebî bûbû berhev kir û zanyaran pişt re stent paşve kişand û cihê xitimî vekir. Zanyarên kanadayî yên ku stent şopand gotin ku bi vê rêyê xwîna ku li ser mêjû kezeb kezebî dibe tê hildan û nexweş baş dibin. Her wiha rîska mirinê ya ku ji ber felcê çêdibe, kêm dibe.