Li gor daneyên sibata 2015an ya Rêxistina Tendûristiyê ya Dinyayê (RTD) li dinyayê 8 milyon û 200 hezar kes bi pençeşêrê mirin û ji vana milyonek û 590 kes nexweşên pençeşêra pişikê bûn.
Li gor daneyan, di nav cureyên pençeşêrê de pençeşêra pişikê di rêza ewil de cih digre.
Li gor agahiyên ku li ser malpera fermî ya RTDyê hatin weşandin, di sala 2012an de însan herî zêde bi pençeşêrê mirin.
Her wiha cûreyên pençerê jî her diçin zêde dibin. Mêr herî zêde bi cureyên pençeşêrê yên wekî pişik, prostat, rovî, mîde û kezebê; jin jî herî zêde bi cureyên pençeşêrê yên wekî pêsîr, rovî, pişik, malzarok û mîdê dimrin.
- Ji sisêyan yek sedema pençeşêrê xwarin, vexwarin û tevger e
Li gor daneyên raporê sedema pençeşêrê ji sisêyan yek qelewbûn, kêmxwarina sebze û fêkiyan; vexwarina cixare û alkolê; zêde rûniştin an jî kêmhereketkirin e.
- Pençeşêra pişikê di rêza ewil de cih digre
Ji cureyên nû yên pençeşêrê ji sedî 60 li Afrîka, Asya, Amerîkaya Navîn û Başûr hatin dîtin. Li van herêman rêjeya ji ber pençeşêrê mirinê, di ser ji sedî 70î re ye.
Di nav mirina ji ber pençeşêrê de pençeşêra pişikê di rêza ewil de cih digre. Milyonek û 590 hezar însan ji ber pençeşêra pişikê mirin.
Di nav salekê de 14 milyon însan bi pençeşêrê dimrin û tê texmînkirin ku di nav 20 salan de ev hejmarê bigihêje 22 milyonan.