13 Mijdar 2015•Rojanekirin: 13 Mijdar 2015
HAKKARÎ
Di mehên dawîn da ji ber êrîşên terorê li Hekariyê 13 bijîşkî dev ji kar berda û gelek personel jî daxwaz dikin ku derbasî bajarekî din bibin.
Li Hekariya ku ji ber bûyerên terorê xebatên tenduristiyê zirarê dibînin, Wezareta Tenduristiyê 59 bijîşk tayîn kir û bi tayînên teze jî wê li tevahiya bajêr 100 bijîşk xizmeta gel bikin.
Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Nexweşxaneyên Kamuyê ya Hekariyê Dr. Hakan Turk daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ji ber bûyerên terorê di warê xizmeta tenduristiyê da pirsgirêk derdikevin.
Turk diyar kir ku li tevahiya bajêr 75 pispor û 25 pratîsyen dixebitin û wiha got: "Digel bûyerên ku li herêmê diqewimin personel û hekîmên me bi fedekarî dixebitin."