15 Nîsan 2016•Rojanekirin: 16 Nîsan 2016
HAKKARÎ
Leşker û polêsan piştî operayonên li dijî rêxistina terorê yên li Yuksekovaya navçeya Hekariyê li taxa Yêşîldereyê ewlehî pêk anîn, piştî 34 rojan sef girtin û bi hevdu ra nimêja înê kirin.
Li Yuksekovayê di 13ê adarê da qedexeya derketina derva hatibû îlankirin û operasyonan dest pê kiribû, operasyon hê dewam dikin.
Hêzên ewlekariyê ji bo sergirtina hendekan, rakirina barîqatan û îmhekirina teqemeniyan li taxên Orman, Mezarlik, Eskî Qişla, Yênî, Yêşîldere, Cumhuriyet, Dîze, Esentepe û Gungorê xebatên xwe didomînin.
Hêzên ewlekariyê di çarçoveya operasyonan da taxa Yêşîldereyê ya li navenda navçeyê ji terorîstan paqij kirin, li navçeyê piştî 34 rojan cara ewil nimêja înê kirin.
Polês û leşkeran li mizgefta Îhsaniyeyê sef girtin û bi hev ra nimêj kirin û ji bo hevkarên xwe yên cangorî bûn dia kirin.
Piştî nimêja înê ya ku gundparêz jî tevlî bûnê diayê xitmê ya Qurana ku ji bo hêzên ewlekariyê yên cangorî hatibû xwendin hat kirin û loqme hatin belavkirin.