30 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 31 Rêbendan 2017
ŞIRNAK
Li Cizîra navçeya Şirnexê cara yekem bi rêbaza laparoskopîk neştergeriya ducaniya derekî (ducaniya ektopîk) hat kirin.
Li gorî daxuyaniya Nexweşxaneya Dewletê ya Dr. Selahattin Cizrelioglu, Jinek bi navê P.S (35) bi gazina êşeke girana zik û derengmana reglê serî li polîklînika nexweşiyên jînekolojî û jidayikbûnê da. Piştî miayeneyê teşxîsa ducaniya ektopîk li jinikê hat danîn.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku piştî nexweş ji aliyê Op. Dr. Osman Karaçin va hat emeliyatkirin ku li Cizîrê di vî warî da operasyoneke yekem bû, jinik gihîşt tendirustiya xwe.
P.Sya ku dîtira roja emeliyatê ji nexweşxanê taburcî bû sipasiya Op. Dr. Osman Karaçin ku neştergerî encamdabû, Dr. Halime Çali û Wezareta Tendirustiyê kir.