26 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 26 Rêbendan 2017
ANKARA
Li Brezîlyayê ji ber ku van rojan nexweşiya tayê zêde bûye, siparîşa 11,5 milyon aşiya nû hat dayîn.
Li gor nûçeya BBCyê Wezareta Tenduristiyê ya Brezîlyayê ji ber nexweşiya tayê 11 milyon û nîv aşî sparîş kir.
Ji aşiyan 5 milyon û nîv li 5 eyaletên ku ta lê heye û di bin rîskê da ye hat belakirin, hat ragihandin ku 6 milyon aşî jî wê di demeke herî kurt da bigihêje cihên xwe.
Aşî herî zêde ji bo kesên ku li eyaleta Mînas Gereaîsê ne û ji bo kesên diçin herêmên ku nexweşî lê heye tê pêşniyazkirin.
Li eyaleta Mînas Geraîsê ji serê rêbendanê 47 kes bi şika tayê mirin û 300 kes li ser wan lêkolîna vê nexweşiyê tê kirin. Li vê eyaletê walîtiyê rewşa acîl îlan kiribû.
Di nexweşiya tayê da serî diêşe, tezî diêşin, dil li hev dikeve, meriv vedireşe, disincire, dilerize û diweste. Heke ev nexweşî neyê tedawîkirin, di nav hefteyekê da mêriv dikuje. Aşî li dijî nexweşiyê ye û aşîbûna carekê tê ra heta dawiya emrê mêriv dike.