Ceribandinên klînîk ên parêza pençeşêra memikan a ku zanyarên amerîkayî dîtibûn, erênî encam da.
Zanyarên jî Zanîngeha Washingtonê diyar kir ku parêza ku dê belavbûna pençeşêra memikan bide hêdîkirin, bi kêr tê.
Encamê lêkolînê di kovara "Clinical Cancer Research" de tê hat weşandin û hat ragihandin ku di ceribandinên merhaleya 1emîn a parêzê de tesîrên neyênî yên parêzê di asta navîn de ne.
Ji lêkolîneran Wîllîam E. Gîllanders got ku digel kêmasiya beşdarvanan encam hêvî didin. Gîllanders diyar kir digel ku sîstema berxwedana nexweşan qels jî bû dîsa bandora parêzê hat tespîtkirin, di merhaleyek din de ji bo ku tesîra parêzê çêtir bê diyarkirin dê parêzê li ser nexweşên ku nû teşhîsa nexweşiyê lê kirine, biceribînin.