ANKARA
Zanyarên rûsan îdia kirin ku di encama xebatên zanistî de kifşa ku rê li ber kalbûnê digre dîtin.
Ji Zanîngeha Dewletê ya Moskovayê Dr.Maxsîm Skûlaçev û ekîba wî di çarçoveya xebata xwe ya zanistî de diyar kirin ku bi saya antîoksîdaneke nû dibe ku meriv heta 120 salî emir bike.
Skûlaçev û ekîba wî îdia kirin, heke ji antîoksîdana ku keşifkirin dermanek bê çêkirin, dibe ku însan saya vî dermanê heta 120 salî bijî.
Hat diyarkirin ku ev keşfa nû nahêle meriv zû extiyar bibe û "formul" a wê ya nû jî li ser mişk, masî û kûçikan hat ceribandin.
Skûlaçev got ku bi saya formulê rê li ber gelek nexweşiyên ku di heywanan de zû peyda dibûn hat girtin. Heke encamên ceribandinên ku hatibûn kirin jî baş bên wê demê dibe ku meriv "rê li ber kalbûnê bigre" û dereng kal û pîr bibe.
Makaleya der heqê vê mijarê de ji ser kovara Daîly Maîlê hat weşandin.