Alîkarê Serokê Karên Diyanetê Hasan Kamîl Yilmaz der heqê êrîşên terorî yên ku di rojên dawîn de zêde bûn û bertekên ku ji bo wan tên nîşandan de got: "Îslamiyet ji Malazgîrtê vir ve, li ser vê axê ev hezar sal e, xerca di navbera tirk, kurd, laz û çerkezan de ye."
Yilmaz daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku di êrîşên PKKya rêxistina terorê de ewladên vê axê cangorî dibin û ji ber vê yekê jî dilê hemû miletê diêşê û wiha dewam kir: "Ev agahiyên hanê dilê me perçe dike. Em ji ber ku ewladên vî welatê hanê bi hovane tên cangorîkirin bi zorê li ber xwe didin. Îslamiyet ji Malazgîrtê vir ve, li ser vê axê ev hezar sal e, xerca di navbera tirk, kurd, laz û çerkezan de ye. Gelê vê axê bûne xinamiyê hev, bi hev re jiyîne, bûne xizmên hev. Di heman mizgeftê de nimêj kirine, mil dane hev û şer kirine. Çavnebarên li derveyê welêt ên ku vê biratiya me naxwazin hewl didin ku em bibin neyarên hev. Ji ber vê jî ev ji 30 salî zêdetir e ku teror her tim di rojeva welêt de cih digire."
- "Neyartiya herî xerab ya ji ber nijadiyê ye"
Alîkarê Serokê Karên Diyanetê Yilmaz pesnê hêza Komara Tirkiyeyê da, ragihand ku hikûmet li hemberî êrîşên terorî serî danayne û bal kişand ser çalakiyên ku ji ber êrîşên teroî li çar aliyê welêt hatin organîzekirin û wiha pê de çû: "Bûyerên ku diqewimin meseleyên pir xerab di nav xwe de dihewînin. Ya herî xerab jî ew neyartiya ku ji ber nijadiyê derdikeve ye. Bûyerên herî dawîn jî vê yekê nîşan didin. Li Stenbol, Rîze, Trabzon, Enqere û Antalyayê digotin 'wesayîta bi filan plaqeyî ya filan bajarê ye' û bi vê hincetê êrîş dikirin. Bi rastî jî ev tevger talukeyeke pir mezin e."
Yilmaz diyar kir ku ji bo ev deq û dolabên ku tên kirin neçin serî wezifeyên pir girîng dikeve ser milê rayedarên dewletê û rû spiyên civakê û Serokatiya Karên Diyanetê jî bi armanca silematiya di navbera civaka gelê tirk û kurd de wê bi alim û "meleyan" re civînekê bike.