Serdozgeriya Komarê ya Başkaleyê der barê Parlementera HDPyê Tugba Hezer de ji ber sûcê "propagandaya rêxistina terorê" jêpirsîn da destpêkirin.
Di 28ê tebaxê de li Nazimiyeya navçeya Tunceliyê êrîş li polêsan hatibû kirin û di pevçûnê de endamê rêxistina terorê kesek hatibû kuştin. Li gor agahiyan, ji ber ku Hezer beşdarî merasima cinazeyê bû û li wir tabuta wî hilda der barê wê de jêpirsîn hat destpêkirin.
Serdozgeriya Komarê ya Başkaleyê ji ber sûcê "propagandaya rêxistina terorê" jêpirsîn da destpêkirin û ev fezleke şande Midûriyeta Giştî ya Karên Cezayê ya Wezareta Dadê ku ew jî bişînin TBMMyê.
Di fezlekeyê de daxwaz hat kirin ku destnedayîna Hezer bê rakirin.
Heke doz bê vekirin ji salekî bigre heta 5 salan wê cezayê hepsê bê xwestin.