İbrahim Atmaca
03 Mijdar 2020•Rojanekirin: 04 Mijdar 2020
Li peravên Alanyaya navçeya Antalyayê keleka gerê binav bû û di xebatên xilaskirinê da cinazeyek hat derxistin.
Li texma Şikefta Fosforluyê ya Keleha Alanyayê qederê 50-100 mêtro dûrî qeraxê ji ber sedemên hê nayên zanîn keleka gerê binav bû.
Piştî cabdayînê ekîbên ewlehiya peravan şandin ciyê bûyerê. Ekîban cinazeyê kesekî derxist.
Li gor daxuyaniya ku ji Fermandariya Ewlehiya Qeraxan hat dayîn, di saet 11.10ê da cab hat dayîn ku li texma Şikefta Fosforluyê ya li navçeya Alanyayê kelekeke gerê binav bûye.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku du Botên Ewlehiya Qerax û Tîmeke Noqav a Ewlehiya Qerax hatin wezîfedarkirin û wiha hat gotin, "Di serî da 32 kesên ku derketibûn ser zinaran û 5 muretebatên kelekê, bi tevahî 37 kes hatin xelaskirin û li Sitargeha Masîgiran a Alanyayê teslîmî personelên ambulansê kirin, di keleka ku binav bû da cinazeyê kesekî hat dîtin. Li ser agahiya ku di kelekê da bi tevahî 38 kes hebûne, xebatên lêgerîn û xelaskirinê hatin kutakirin."
Şaredarê Alanyayê Adem Murat Yucel daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir, li ser êxbara ku keleka gerê binav bûye, ew demildest ketin dewrê.
Yucel diyar kir ku kesê ku 37 salî ye û biyanî ye, ji ber ku di kelekê da asê bûye, nikaribûye derkeve û wiha dewam kir, "Xozneberan cinazeyê wî ji cihê ku tê da asê maye derxist qeraxê."
Li cihê bûyerê gelek ambulans sekinîne.