31 Adar 2017•Rojanekirin: 31 Adar 2017
ANKARA
Li gor reqamên ji agahiyên ser malpera înternetê ya Lijneya Hilbijartina Bilind (LHB) hat parvekirin di nav bajaran da hilbijêr herî zêde li Stenbolê û herî kêm jî li Baybûrtê hene.
Li Stenbolê 10 milyon û 518 hezar û 57 û li Baybûrtê jî 56 hezar û 885 hilbijêr di qeydan da cih digirin.
Hat ragihandin ku li Enqereyê 3 milyon û 853 hezar û 894, li Îzmirê 3 milyon û 174 hezar û 549, li Antalyayê milyonek û 636 hezar û 742, li Edeneyê jî milyonek 510 hezar û 122 hilbijêr hene.
Gazîantep, Hatay, Mêrsîn, Kocaelî, Konya, Manîsa û Şanliurfa jî di nav bajarên hejmara hilbijêran ji milyonekê zêdetire da ne.
Tuncelî bi 60 hezar û 789, Erdexen bi 67 hezar û 435 û Kilîs jî bi 81 hezar û 118 hilbijêrî va di nav bajarên hejmara hilbijêran di bin 100 hezarî da ne cih digirin.
Li seranserê Tirkiyeyê bi tevahî 55 milyon û 222 hezar û 167 hilbijêr hene û ewê li ser 167 hezar û 140 sindoqî rayê biavêjin.
Di vê navberê da li girtîgehan jî wê 461 sindoq bên danîn.