İsa Toprak
16 Sibat 2023•Rojanekirin: 17 Sibat 2023
Li peravên Arsuza navçeya Hatayê bi mezinahiya 5,1 erdhej çêbû.
Li gor daxuyaniya li ser malpera înternetê ya Serokatiya Rewşa Acil û Afatê (AFAD), navend Behra Spî bi mezinahiya 5,1 erdhej çêbû.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku erdhej 9,26 kîlomêtro di bin erdê da û 6 kîlomêtro nêzîkî Arsuzê çêbû.
Waliyê Hatayê Rahmî Dogan ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku piştî erdhejê tu îxbarek negihiştiye wan û wiha axivî: "Avahiyên xisar lê çêbûne jî di nav da tu xeberek neyînî nehat. Ekîbên me li qadê xebatên xwe didomînin."